ROJANE
Hemû Nûçe
-
‘Hêviya ku her tim nivî hat hiştin, îro bi gava me ya Aştî û Civaka Demokratîk re ji nû ve şîn dibe’
Rêber Apo di peyama xwe ya meşa ‘’Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’’ de got, “Hêviya ku tevî hemû hewldanên me her tim nivî hat hiştin, îro bi vê gavavêtina me ya Aştî û Civaka Demokratîk, ji nû ve şîn dibe." -
DYE: Ti planek ji bo nû ve nirxandina hebûna hêzên me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîn in
Rayedarekî amerîkî got Washington plan nake ku hebûna leşkerên xwe ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Tenefê ji nû ve binirxîne û destnîşan kir ku dê piştgiriya QSD’ê bidomînin. -
Li 4 bajaran çalakiya xizmên windayan: Têkoşîna me dê heta dawî bidome
Ji bo pirsîna aqûbeta windayan û daxwaza darizandina sûcdaran, bi pêşengiya ÎHD û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyê de hat gotin, “Heta ku kesê herî dawî yê windabûyî bê dîtin wê têkoşîne me bidome.” -
Dayikên Şemiyê: Em ê ji bo Yurtseven, Ozeken û Saritaş timî edaletê bixwazin
Dayikên Şemiyê di hefteya 1076'emîn a çalakiya xwe de, li Qada Galatasarayê hatin ba hev. Vê hefteyê ji bo Abdulkerîm Yurseven, Mîkdat Ozeken û Munur Saritaş ku beriya 30 salan di bin çavan de hatin qetilkirin, edalet hate xwestin. -
Li depoya parfuman şewat: 6 mirî, birîndarek
Li tesîsa parfuman a li navçeya Dilovasi ya bajarê Kocaelî ya Tirkiyeyê şewat derket û di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû. -
Çîçek: Divê qanûnên pêvajoya derbasbûyînê bên derxistin
Cengîz Çîçek got, “Di vê qonaxê de pêwîste qanûnên pêvajoya derbasbûyînê ku Tevgera Azadiya Kurd ji têkoşîna çekdarî ber bi têkoşîneke siyasî ya demokratîk ve bibe, bê derxistin. Hûn dikarin ji bo vê bibêjin qanûnek taybet bo PKK’ê an jî qanûnek kodê jî.” -
Fonê şer ji berîka gel derdikeve
Dema ku li lêçûyînên budçeya 2026’an a ku ji hêla hikûmetê ve hatiye amadekirin dinêrin, dibînin ku wê lêçûyînên leşkerî û ewlehiyê li pêş in û di pênc salên dawî de kiriye bi “comerdî” tevgeriyaye. -
Li Girtîgeha Tekîrdagê êrîş zêde dibin
Bakir Ozturk ê li Girtîgeha Bilind a Tîpa F a Hejmar 2 a Tekîrdagê tê ragirtin, diyar kir ku êrîş her roj zêde dibin. -
Avesta meşa Kolnê silav kir: Em pir nêzî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ne
Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Sozdar Avesta got, “Ti kes ne demokrasiyê, ne aştiyê, di tepsiyekê de pêşkêşî me nake; em ê bi têkoşînê vê bi dest bixin.” Avesta bang li gel kir ku li Kolnê peyameke xurt bide tevahî cîhanê. -
Şîrvan Guçer: Em îdiayên jinan mezin dikin
Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Şîrvan Guçer got ku ew bi têkoşîna rêxistinkirî îdiaya jinan a di her qada jiyana civakî de bûyîna kirdeya wekhevî, îradeya azad û aşitiyê, mezin dikin. -
Temellî: Modela eko-aboriyê ya Ocalan, paradîgmayeke rizgariyê ye li hember endustriyalîzmê ye
Cîgirê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, diyar kir ku modela eko-aboriyê ya Rêber Apo, li hember endustriyalîzmê paradîgmayeke rizgariyê ye û got: “Kapîtalîzm, bi dînitiya endustriyalîzmê, xwezayê û kedê talan dike." -
ROJEVA 8’Ê MIJDARA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê -
Biryara neşopandinê ji bo tîşortên bi nivîsa 'Torosê Spî' û 'JÎTEM'ê hat dayîn
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, li ser giliyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya derbarê tîşortên bi nivîsa “Torosê Spî” û “JÎTEM” de, biryara neşopandina dozê da. -
Kûrtûlmûş: Ger komisyon biryarê bide dikarin biçin Îmraliyê
Serokê Meclisê Kûrtûlmûş derbarê nîqaşên dawî yên ku komisyon biçe Îmraliyê de got, “Ji bo pêvajo temam bibe divê gavek wisa bê avêtin. Ger komisyon biryareke wisa bide, wê li gorî wê tevbigerin." -
Li Uruguayê 'Sosyolojiya Azadiyê' hate nasandin
Li paytexta Uruguay Montevideoyê, bi banga weşanxaneya Tracaderoyê di çarçoveya pêngava "Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re" pirtûka "Sosyolojiya Azadiyê" hate nasandin. -
Berdevka DEM Partiyê: Dem hatiye ku li Abdullah Ocalan bê guhdarîkirin!
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan got, "Dem hatiye ku êdî li Birêz Abdullah Ocalan bê guhdarîkirin" û diyar kir ku divê şert û mercên Rêber Apo bêne guhertin. -
Dîroknasê Îtalî Gentile: Gava PKK'ê hêvî geş kir
Dîroknasê Îtalî Emilio Gentile têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk peyamek ji DEM Partiyê re şand û piştgirî da pêvajoyê. -
Ji HBDH’ê daxuyaniya Şoreşa Cotmehê
Komîteya Rêveber a HBDH’ê got, “Şoreşa Cotmehê meşaleya hêviyê ya rizgariya mirovahiyê ye. Gihandina vê meşaleyê li pêşerojê, wezîfeya me ya hevpar a dîrokî ye.” -
Rêber Apo pênûs diyarî Suryanî û Êzidiyan kir
Alî Ocalan anî ziman ku di hevdîtina li Îmraliyê de Rêber Apo du pênûs weke diyarî dane wan ku radestî civakên Suryanî û Êzidî bikin. -
Bajarê Annecy hemwelatiya rûmetê da Nergis Mihemedî
Şaredariya Annecy ya Fransayê, ji ber xebatên wê ya di pêşvebirin û pêşvebirina mafên mirovan de, hemwelatiya rûmetê da çalakvana mafên mirovan Nergis Mihemedî. -
‘Tirkiye divê firsenda dîrokî ji dest nede’
Zanyara siyasetê Fatma Bostan Unsal diyar kir ku geşedanên herêmî Tirkiyeyê teşwîqî çareseriya pirsgirêka Kurd dike û got, di vê pêvajoyê de civak divê guhertinên herêmî bi rengekî vekirî bibîne û binirxîne. -
Fabian Molina: PKK’ê îradeyek mezin a siyasî raber kir, dor a dewleta Tirk e!
Fabian Molina, biryara vekişîna hêzên Tevgera Azadiyê weke nîşaneya îradeya siyasî û berpirsyariya ji bo aştiyê pênase kir û got, "Dor a dewleta Tirk e. Ji bo serketina pêvajoyê sererastkirinên qanûnî şert e. Divê Birêz Ocalan tavilê bê berdan." -
Xwendekarên São Paulo’yê paradîgmaya Rêber Apo nîqaş kirin
Li bajarê São Paulo yê Brezîlyayê, xwendekarên pola dawîn a Dibistana Kooperatîfê ya Arco’yê li ser paradîgmaya Rêber Apo di çarçoveya têkoşîna hevbeş a demokratîk a gelan û enternasyonalîzma komunal nîqaş kirin û ji bo Rêber Apo bangewazî kirin. -
Bozan: Divê sedemên bingehîn ên meseleyê ji holê bêne rakirin
Parlamenterê Mersînê yê DEM Partiyê Alî Bozan diyar kir ku divê ji hêvî û bendewariya wêdetir gavên hiqûqî û siyasî bêne avêtin ku sedemên bingehîn ên meseleya Kurd ji holê bêne rakirin. -
Bersiva li polîtîkayên zext û qeyûman: Komunbûna li rêveberiyên xwecihî
Feraseteke komunê ya rast a ku xwe li nava rêveberiyên xwecihî bi rêxistin bike, tê wateya pûçkirina hewldana zextê ya polîtîkayên qeyûm ên desthilatdariyê.