ROJANE
Hemû Nûçe
-
Cara destpêkê gotinên Kurdî ket nava girtekên meclîsê
Hin gotinên bi Kurdî yên parlamenterên DEM Partiyê yên li meclîsê, yekemcar ketin girtekên fermî. -
Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê: Bila mafê hêviyê pêk were
Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê diyar kir ku divê ‘mafê hêviyê’ pêk were û got, ji dervey demokrasî û aştiyê ti rêyên din tune. -
Temellî: Qanûneke taybet divê demildest were civata giştî
Serokwekîlê Koma Meclîsê ya DEM Partiyê Sezaî Temellî diyar kir ku pêvajo heya niha “bi gavên yekalî” ber bi pêş ve diçe û got, di qonaxa ji vir û şûnve de rapora qanûna taybet a komîsyona Meclîsê wê diyarker be. -
ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Oya Ersoy û Cihan Aydin bûn Hevserokên nû yên ÎHD’ê
Oya Ersoy û Cihan Aydin bûn Hevserokên nû yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD). Hate tekez kirin ku ÎHD wê di heyama nû de xebatên xwe yên ji bo aşitî, welatîbûna wekhev û parastina mafên mirovan xurtir bike. -
Li Stenbolê ji bo 5 gerîlayên HPG’ê merasîmên bîranînê hatin lidarxistin
Li Stenbolê ji bo 5 gerîlayên HPG’ê yên di dîrokên cuda de şehîd bibûn, li rêxistinên MEBYA-DER û DEM Partiyê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin. -
Demîrtaş ji bo kongreya ÎHD’ê peyam şand: Em ê siberoja azad bi hev re ava bikin
Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku 9 sal in girtiye, ji Civata Giştî ya ÎHD’ê re peyam şand. Demîrtaş got, “Em ê bi hev re teqez siberojek azad, aştiyane û adîl ava bikin.” -
Cînayeta Kar: Karkerekî jiyana xwe ji dest da
Li Stenbolê di dema rijandina betona înşaeta metroyê de, îskele hilweşiya û karkerekî jiyana xwe ji dest da. -
ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Bakirhan: Divê komîsyon demildest biçe Îmraliyê
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di çalakiya hevgirtinê ya li Enqereyê bal kişand ser aştî û demokrasiyê û bang li Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê kir ku “divê demildest biçe Îmraliyê”. -
Seyîd Riza û hevrêyên wî hatin bîranîn: Seyîd Riza rûmeta me ye!
Seyîd Rıza û hevrêyên wî li gelek bajaran hatin bibîranîn. Di çalakiyan de soza ku dê têkoşîna wan bi aştî û civaka demokratîk bê tacîdarkirin. -
Li Melbourneyê ji bo Rêber Apo çalakî hate lidarxistin
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Melbourneyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiyek li dar xistin. -
'Girtiyên nexweş serbest berdin'
ÎHD’ê, bal kişand ser rewşa nexweşên giran Muhlîse Karaguzel û Abdulvahap Kavak û xwest ku demildest bên berdan. -
Kongreya Asayî ya 22’yemîn a ÎHD’ê destpê kir
Kongreya Asayî ya 22’yemîn a ÎHD’ê ku wê 2 rojan bidome, li Enqereyê destpê kir. -
Xizmên windayan li 5 bajaran hatin ba hev
ÎHD û xizmên Windayan li gelek bajaran hatin ba hev û li aqûbeta Nazim Gulmez, Hamza Tutan, Ali Tekdag, Hakki Kaya û Orhan Yakar ku di dîrokên cuda de di bin çavan de hatin windakirin pirsîn. -
Dayikên Şemiyê ji bo Nazim Gulmez hatin ba hev
Dayikên Şemiyê, diyar kirin ku failên Nazim Gulmez ê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye windakirin, bi bêcezahiştinê tên parastin û daxwaza edaletê kirin. -
Sûdanî wê biçe serdana Herêma Kurdistanê
Hat ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî wê biçe serdana Herêma Kurdistanê. -
Mînîbusa servîsê qelibî: 14 karker birîndar bûn
Li Nevşehîrê mînîbusa servîsê ya karkeran qelibî û di encamê de 14 karker birîndar bûn. -
Li Dilovayê hejmara karkerên ku jiyana xwe ji dest dan bû 7
Li Dilovayê karker Tuncay Yildiz jî yê di şewata li febrîqeya kozmetîk de birîndar bû, jiyana xwe ji dest da. -
‘Paradîgmaya Rêber Apo paradîgmayeke avaker e û ji nû ve çêker e’
Endamê Komîteya TEV-ÇAND’ê Delîl Dilpet têkildarî Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxandin kir û got, “Bi vê paradîgmayê ve me carek din xwe zindî kir. Her çiqas li ser vî esasî hin gav hatibin avêtin jî, em hê jî li ser kûr dibin.” -
Li Girtîgeha Erzîncan binpêkirin bi dawî nabin: Lêgerîna tazî, qedexeya axaftina bi Kurdî û tecrîd
Parêzer Yusuf Çakas bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Erzîncanê û diyar kir ku tecrîda li ser girtiyên siyasî kûr bûye. Çakas got, “Rêveberên girtîgehê divê helwesteke li gorî pêvajoya aştî û civaka demokratîk raber bikin.” -
Savaş Çelîk: Hate revandin, êşkence dît, tevî ku sûcên li ser wî bêbingeh in jî nayê berdan
Welatiyê bi navê Savaş Çelîk, di sala 2022’yan de ji aliyê Mîtê ve li Lubnanê hate revandin û 3 mehan rastî êşkenceyê hat. Tevî ku bêbingehbûna sûcên li ser Çelik eşkere bûye û kesên îfade dane jî gotine ku ew Çelik nas nakin, dîsa jî nayê berdan. -
ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê -
ÎHD’ê: Li Tirkiyeyê di sala 2024’an de herî kêm 6 hezar û 94 binpêkirina maf pêk hatine
Navenda Dokumentasyona Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), rapora binpêkirina maf a sala 2024’an weşand. Li gorî raporê li Tirkiyeyê di sala 2024’an de herî kêm 6 hezar û 94 kes jiyana xwe ji dest dane û 434 kes jî birîndar bûne. -
Hevpeyvîna bi Rêber Apo re ya hatibû astengkirin: Divê dewlet êdî ne tabû be, demokratîk bibe
Beşa 4'emîn a hevpeyvîna bi Rêber Apo re hate weşandin, ku rojnamevan Fatîh Altayli sala 1997'an li bajarê Bar Elias ê Lubnanê pêk anî bû û salên dûr û dirêj qedexekirî bû.