ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê

- Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê werin şopandin.

- Endama Akademiya Jineolojiyê Bihar Ewrîn got: “Piştî jin azad bibe, civakeke demokratîk dikare bê avakirin. Pêvajoyeke hesas û girîng li benda me ye.”

- Parêzer Yusuf Çakas bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Erzîncanê û diyar kir ku tecrîda li ser girtiyên siyasî kûr bûye. Çakas got, “Rêveberên girtîgehê divê helwesteke li gorî pêvajoya aştî û civaka demokratîk raber bikin.”

- Welatiyê bi navê Savaş Çelik, di sala 2022’yan de ji aliyê Mîtê ve li Lubnanê hate revandin û 3 mehan rastî êşkenceyê hat. Tevî ku bêbingehbûna sûcên li ser Çelik eşkere bûye û kesên îfade dane jî gotine ku ew Çelik nas nakin, dîsa jî nayê berdan.

- Li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên malbatên winda û girtiyan wê bên şopandin.

- Gerîlayê HPG'ê Bêzar Semsûr ê ku hevrêyê xwe Roşer Tolhildan ê ku di êrişa dewleta Tirk de gihîştibû şehadetê anî ziman û got: “Heval Roşer, tevî hemû zehmetiyan li qada Tolhildanê têkoşîn kir û heta nefesa xwe ya dawî li hember êrişên dijmin berxwe da.”