Li Melbourneyê ji bo Rêber Apo çalakî hate lidarxistin
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Melbourneyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiyek li dar xistin.
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Melbourneyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiyek li dar xistin.
Li bajarê Melbourne yê Avûstralyayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiyek hate lidarxistin. Çalakî li pêşiya Pirtûkxaneya Eyaleta Victoriyayê bi pêşengtiya Hav Kurdê hate lidarxistin û di çalakiyê de Endamê KNK’ê Heval Herkî daxuyaniya çapemeniyê xwend.
Heval Herkî bal kişand ku Rêber Apo ev 28 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîdê de ye û diyar kir ku ger li Tirkiyeyê daxwaza aştiya mayînde were kirin divê Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bibe.