ROJANE
Hemû Nûçe
-
Hevdîtina serokê parlamentoyê û koordînatorên partiyên siyasî dest pê kir
Hevdîtina Serokê parlamentoyê ê Numan Kurtulmuş û koordînatorên partiyên siyasî yên ku di Komîsyona Piştevanîya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê de cih digirin, dest pê kir. -
Serdana taziye şehîd Lokman Urun hat kirin
Ji bo gerîlayê HPG’ê Lokman Urun (Adil Bilikî) ku di 30’ê Îlona 2024’an de li herêma Metînayê şehîd bibû, taziye hat danîn. Bi girseyî serdana taziye şehîd hat kirin. -
Balafira kargoyê ya leşkerî ya Tirk li Gurcistanê ket
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku balafireke kargoyê ya leşkerî ya ji Azerbaycanê wê hatiba Tirkiyeyê, li Gurcistanê ket. -
Îmamoglu bi ‘serokê rêxistinê’ tê tewanbarkirin
Îdîanameya têkildarê lêpirsîna ‘gendaliyê’ ku 402 kes û Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê (ÎBB) Ekrem Îmamoglu jî di nav de tê darizandin, hat amadekirin. -
‘Komîsyon divê demildest biçe Îmraliyê’
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari got, “Hevdîtina komîsyonê ya bi birêz Ocalan re û guhdarîkirina wî, dê lez bide pêvajoyê. Dê rê li ber baweriyê veke. Bi pêşdaraziyan pêşketin çênabin. Divê komîsyon tavilê biçe Îmraliyê.” -
ÎHD: Bila girtiya nexweş Hatîce Onaran were berdan
Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo berdana endama komeleyê û girtiya nexweş Hatîce Onaran bang kir. -
Şaredariyên DEM Partiyê dest bi çalakiyên 25’ê Mijdarê kirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyan navçeyan ên di bin rêveberiya DEM Partiyê de, starta çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinê da. -
Li gorî Bahçelî pêvajo ber bi dawiyê ve diçe
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî di axaftina li koma partiya xwe de anî ziman ku pêvajoya têkildarî meseleya Kurd ber bi dawiyê ve diçe. -
Ji bo pirsa ‘çawa bijî?’ bersiva entegrasyona demokratîk
Pirsa ‘çawa bijî?’, pirsa derketina Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ye. Jiyaneke rast, jiyaneke li ser bingehê rast pêş dikeve, her tim wê qezenc bike û bide qezenckirin. -
Bi îdîaya ku 'dikare alîkariyê bike' hate girtin
Nexweşê dil Îsmaîl Sever ê 58 salî bi îdîaya "Dibe ku alîkariyê bi rêxistiniya ciwanên Kurd YCWK re bike" hate girtin. -
Prof. Fisas: Aştiya mayinde bi muzakereya bi Ocalan û PKK'ê re dibe
Prof. Vicenç Fisas anî ziman ku pirsgirêka bingehîn a li pêşiya pêvajoyê ew e ku bi Rêber Apo û PKK'ê re muzakereyeke yekser nayê meşandin û got, "Aştiya mayinde bi muzakereyeke berfireh a bi Ocalan, efûyeke giştî û entegrasyona ewle ya PKK'yiyan dibe." -
ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Malbatan bertek nîşanî girtinên li ser îfadeyên îtîrafkar dan
Malbatên 13 endamên ESP’ê yên ku piştî îfadeya îtîrafkarekî hatin girtin, li taxa Gaziyê daxuyanî dan. Malbatan gotin, “Gelê Gaziyê wê rê nedin kesên ketî ne.” -
Danezana konferansa HDK’ê ya “Ji nû ve Sosyalîzm” hate ragihandin
Danezana konferansa “Ji nû ve Sosyalîzm” ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ku di 8-9’ê Mijdarê de hate lidarxistin, hat weşandin. -
CPT: Artêşa Tirk baregehên xwe yên li Başûrê Kurdistanê zêde dike
Endamê CPT’ê Kameran Osman ragihand ku pêvajoyê aştiyê hemû herêmê erênî bandor dike, lê dewleta Tirk baregehên xwe yên li herêmê zêde dike û destnîşan kir ku hikûmeta herêmê ji bo derxistina artêşa Tirk a ji herêmê, tiştekî nake. -
Bîranîna Komkujiya Gar a Enqereyê: Em ê dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernadin
Li pêşiya Gar a Enqereyê, 104 kesên di êrişa li ser Mîtînga Ked, Aştî û Demokrasiyê ya 10'ê Cotmeha 2015'an de hatin qetilkirin, di meha 121'emîn de hatin bîranîn. -
Berdana Rojîn Dûrmaz careke din ji bo 6 mehan hate taloqkirin
Berdana bi şert a Hevşaredara berê ya Dêrikê ya HDP'ê Rojîn Dûrmaz ji aliyê Desteya Çavdêrî û îdareyê ya Girtîgeyê ya Girtîgeha Girtî ya Jinan a li Amedê ve bi hinceta "rewşa baş nîne" cara duyemîn ji bo 6 mehan hate taloqkirin. -
Wateya entegrasyona demokratîk
Entegrasyona demokratîk têgeheke welê ye ku li hemberî qanûn û têgeha entegrasyonê ya ku modernîteya kapîtalîst bi israr ji bo asîmîlekirina civaka bi kar tîne derketiye holê. -
Aktar: Girtin hiqûqî nîne, sererastkirina qanûnî şert e
Mehmet Emîn Aktar diyar kir ku divê dewlet bi gavan bersivê bide aliyê Kurd û got, berdana girtiyên nexweş û siyasî hem ji aliyê hiqûqî hem jî ji aliyê mirovî ve mecbûrî ye, ji bo mayindebûna pêvajoyê jî sererastkirinên qanûnî divê. -
ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
DFG'ê xebatkarên çapemeniya azad ên salên 1990'î hatin qetilkirin bi bîr anî
DFG'ê xebatkarên çapemeniya azad ên meha Mijdarê yên salên 1990'î hatin qetilkirin, bi bîr anî. -
Îshak Tepe jiyana xwe ji dest da
Bavê kedkarê çapameniya azad ê hate qetilkriin Fehat Tepe nivîskar û siyasetmedar Îshak Tepe jiyana xwe ji dest da. -
Wezîrê Edaletê Tûnç: Biryara Demîrtaş li ber destê dadgehê ye, em ê li bendê bin
Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç li biryara DMME'yê ya têkildarî siyasetmedarê Kurd ê girtî Selahattîn Demîrtaş anî ziman ku "Nirxandin li ber dadgehê ye" û got, "Em ê hemû li bendê bin." -
Modela jiyaneke nû: Entegrasyona Demokratîk
Entegrasyona demokratîk rewşeke asîmîleyê nîne; di sîstema îdeolojîk a Rêber Apo de rawestgeheke girîng a ber bi sosyalîzma hemdem, yek ji qonaxên bingehîn ên pêşketinê ye. -
ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.