Li gorî Bahçelî pêvajo ber bi dawiyê ve diçe
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî di axaftina li koma partiya xwe de anî ziman ku pêvajoya têkildarî meseleya Kurd ber bi dawiyê ve diçe.
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî di axaftina li koma partiya xwe de anî ziman ku pêvajoya têkildarî meseleya Kurd ber bi dawiyê ve diçe.
Bahçelî di civîna komê de li ser pêvajoyê axivî ku bi banga Rêber Apo di 27'ê Sibatê de destpê kir û anî ziman ku pêvajo ber bi dawiyê ve diçe.
Bahçelî anî ziman ku pêvajo wê Tirkiyeyê ji "qilûzên" wê rizgar bike û got, nexşerêya li ser pêvajoyê divê bi tecrûbeyên berê bê diyarkirin.
Bahçelî nerazîbûn nîşanî dijberên pêvajoyê da, bersiveke tund jî da rexneyan û got, "Em ê nehêlin ku rûyên pêçandî rê li ber bigirin."
Bahçelî anî ziman ku serketina pêvajoyê li berjewendiyên neteweyî tê û got, "Em çiqasî bala xwe bidin rabirdûyê em ê ewqasî jî pêşiya xwe bibînin."
Bahçelî diyar kir ku pêvajo ber bi dawiyê ve diçe û got, "Ev welat a me hemûyan e. Berpirsyariya her kesî ye, bi taybetî jî ya partiyên siyasî ye ku zimanekî paqij bi kar bînin, empatiyê bikin û dilpak bin. Em dijminatiyê li hev bikin, ev ê bibe nebaşiya herî mezin ku li Tirkiyeyê bê kirin. Pêvajoya 'Tirkiyeya bê teror' ber bi dawiyê ve diçe. Meseleya me ew e ku Tirkiyeyê di asta herî bilind de be. Meseleya me welat e, milet e, yekdilbûyîna 86 milyon mirovî ye."