ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê werin şopandin

Mehmet Emîn Aktar diyar kir ku divê dewlet bi gavan bersivê bide aliyê Kurd û got, berdana girtiyên nexweş û siyasî hem ji aliyê hiqûqî hem jî ji aliyê mirovî ve mecbûrî ye, ji bo mayindebûna pêvajoyê jî sererastkirinên qanûnî divê.

Endamê Înîsiyatîfa Dijberên Şer a Amedê Atalay Goçer anî ziman ku reda wijdanî ne tenê helwestek li dijî leşkeriya ji neçarî ye, di heman demê de têkoşîna li hemberî avaniya mîlîtarîst a dewletê ye.

Entegrasyona demokratîk têgeheke welê ye ku li hemberî qanûn û têgeha entegrasyonê ya ku modernîteya kapîtalîst bi israr ji bo asîmîlekirina civaka bi kar tîne derketiye holê.

Sûsika Simo, bi dengbêjiya xwe hişt ku dengê jinan a bi hêz were bihîstin. Bi her kilamek xwe re, wê çanda Kurdî zindî hişt û ji nifşên siberojê re îlham çêkir.