Wezîrê Edaletê Tûnç: Biryara Demîrtaş li ber destê dadgehê ye, em ê li bendê bin

Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç li biryara DMME'yê ya têkildarî siyasetmedarê Kurd ê girtî Selahattîn Demîrtaş anî ziman ku "Nirxandin li ber dadgehê ye" û got, "Em ê hemû li bendê bin."

Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç tekezbûna biryar binpêkirina maf a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya têkildarî Selahattîn Demîrtaş nirxand.

Tûnç li Antalyayê bi nûçegihanên dadgeriyê re civiya û bi bîr xist ku 'Doza Kobanê' ya ku Demîrtaş lê tê darizandin di pêvajoya îstînafê de ye.

Tûnç anî ziman ku biryara DMME'yê ji îdîayên têkildarî binpêkirina mafê ewlekarî û azadiyê ya li ser girtinê pêk tê û got, biryar wê ji aliyê Dadgeha Ceza ya 22'emîn a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Enqereyê ve bê nirxandin.

Tûnç got, "Nirxandina vê mijarê li ber dadgehê ye. Dadgeh wê biryareke çawa bide, em ê bi hev re li bendê bimînin."

Wezîr Tûnç ragihand ku dosyayên bi heman rengî yên weke biryarên têkildarî Rêber Apo û Kavala li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê têne nirxandin.

Tûnç diyar kir ku bi biryara DMME'yê ya ku ragihand ku pêwîstî pê nîne ku biryar biçe ber destê Daîreya Mezin, pêvajo tekez bûye.