Balafira kargoyê ya leşkerî ya Tirk li Gurcistanê ket
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku balafireke kargoyê ya leşkerî ya ji Azerbaycanê wê hatiba Tirkiyeyê, li Gurcistanê ket.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku balafireke kargoyê ya leşkerî ya ji Azerbaycanê wê hatiba Tirkiyeyê, li Gurcistanê ket.
Wezaretê di daxuyaniya nivîskî de got, “Balafireke me ya kargoyê C130 ku ji Azerbaycanê wê hatiba welatê me, li Gurcistanê ket.”
Wezareta Parastinê ev tişt jî got, “Bi rayedarên Gurcistanê re bi rengekî koordîneyî dest bi xebatên lêgerîn-rizgarkirinê hatiye kirin.”