Îshak Tepe jiyana xwe ji dest da

Bavê kedkarê çapameniya azad ê hate qetilkriin Fehat Tepe nivîskar û siyasetmedar Îshak Tepe jiyana xwe ji dest da.

Îshak Tepe jiyana xwe ji dest da. Îshak Tepe bavê nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê bû ku di 28'ê Tîrmeha 1993'an de ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hate revandin û cenazeyê wî 4'ê Tebaxê li Xarpêtê htae dîtin.

Nivîskar û siyasetmedar Îshak Tepe ji pêşengên têkoşîna çandê û siyaseta Kurd bû. Tepe ku ji salên 1960'î û pê ve bi rengekî çalak beşdarî karên siyasî bû, di nava Partiya Demokrasiyê (DEP) û Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) de wezîfe kir.

Ji roja ku kurê wî hate qetilkirin û pê ve 32 salan dest ji têkoşîna edaletê berneda. Îshak Tepe doza Ferhat Tepe xist rojeva Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, kir ku Tirkiye mehkûm bibe û bi vî rengî kuştinên kiryar nediyar xist rojeva navneteweyî.