ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Hê jî metirsiya li ser jiyana rojnamevan Aykol didome
Rojnamevan-nivîskar Huseyin Aykol ku xwîn çû ser mêjiyê wî, li nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sincanê ku tedawiya wî lê didome, hê jî di beşa lênêrîna awarte de tê ragirtin. -
Li Êlihê bi girseyî sedana sersaxiyên du şehîdan hatin kirin
Li Êlihê ji bo gerîlayên HPG'ê Muhyedîn Edemen (Cûdî) û Guzel Adlig (Axîn) ên ku di salên 1990'î de şehîd bûne sersaxî hatin danîn û bi girseyî hatin ziyaretkirin. -
DEM Partî: Êrişên li dijî cenazeyên gerîla divê bêne rawestandin
Parlamentera Rihayê ya DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan li meclîsê civîneke çapemeiyê lidar xist û astengî û êrişên polîsan ên li hemberî cenazeyên gerîlayan şermezar kir. -
Teziyeya gerîlayê HPG’ê Ozturk bi girseyî hat ziyaretkirin
Teziyeya gerîlayê HPG’ê Huseyîn Ozturk bi girseyî hat ziyaretkirin. -
Komîsyon wê di 18'ê Mijdarê de bicive
Hate ragihandin ku komîsyona Meclîsê wê 18'ê Mijdarê bicive. -
Rahîme Karvar bi 2 sal û mehekê hate cezakirin
Di doza darizandina rojnamevan Rahîme Karvar de 2 sal û mehek cezayê girtîgehê hate birîn. -
Ahmet Ozer ê hate berdan serdana DEM Partiyê kir
Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer serdana rêveberiya DEM Partiyê ya navçeya Esenyûrtê kir. Ahmet Ozer got, "Berdana şaredar û girtiyên siyasî yên li girtîgehê wê baweriyê bide gel." -
Ayşegul Dogan: Divê komîsyon biryara çûyîna Îmraliyê bide
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan got, komîsyona li Meclîsê ava bûye divê biryarê bide ku biçe Îmraliyê. -
Daxwaza berdanê ya Tayfûn Kahraman hate redkirin
Daxwaza berdanê ya girtiyê doza Berxwedana Gezî Tayfûn Kahraman li gel biryara binpêkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn careke din hate redkirin. -
DEM Partî: Li Dersimê xebatên ku Elewî erê nakin divê bên rawestandin
DEM Partî, nerazîbûn nîşanî projeya çêkirina mizgeftê ya li Dersimê ku Elewî li dijî wê derdikevin da û got, “Ev li hember bîr, bawerî û qada jiyanê ya gel destwardan e.” -
Cengîz Çandar: Pêvajoyê destpê kir, lê em hîn di destpêka wê de ne
Cengîz Çandar anî ziman ku li gorî plana lîstikê ya di aqlê Erdogan de ye wê diyar bibe ku pêvajo bi pêş ve biçe yan na û got, "Hîn em di hevoka destpêkê de ne." -
ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
3 girtî piştî 31 salan hatin berdan
Keyfo Başak, Hasan Încî û Ahmet Mustafa yên ku di sala 1994’an de hatibûn girtin, piştî 31 salan hatin berdan. Girtiyên ku ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Boluyê hatin berdan, ji aliyê malbatên wan û endamên MATUHAYDER’ê ve hatin pêşwazîkirin. -
Hevserokên DEM Partiyê: Divê biryara li ser Mizrakli bê betalkirin û were berdan
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bertek nîşanî redkirina daxwaza berdanê ya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê berê Selçûk Mizrakli dan û xwestin ev biryar were betalkirin û Mizrakli were berdan. -
DEM Partî: Selçûk Mizrakli û hemû girtiyên siyasî divên bên berdan
DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî redkirina daxwaza berdanê ya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli da û got, “Selçûk Mizrakli û hemû girtiyên siyasî divên bên berdan.” -
Meclîsa Jinan a HDK'ê: Di 25'ê Mijdarê de jin wê li qadan bin
Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi dirûşma "Li dijî şer, tundî û xizaniyê jin aştiyê ava dikin" deklerasyona 25'ê Mijdarê weşand. -
Aferîn Mohajer 44 roj in li Girtîgeha Evînê ragirtî ye
Aferîn Mohajer a li Tehranê dimîne, bêyî ku bi îdîayekê bê sûcdarkirin 4 roj in li Girtîgeha Evînê tê ragirtin. -
Di balafira kargoyê de ya kete xwarê 20 leşker mirin
Di balafira kargoyê de ya li ser sînorê Azerbaycan-Gurcistanê kete xwarê 20 leşker mirin. -
Bakirhan: Piştgiriya cîhana Ereb ji bo serketina pêvajoyê gelekî girîng e
Tûncer Bakirhan diyar kir ku ji bo aramiya Rojhilata Navîn pêvajo dîrokî ye û got, "Ev mesele ya temamiya herêmê ye, ne tenê ya Tirkiyeyê ye. Divê em vê firsenda dîrokî ji dest bernedin; piştgiriya cîhana Ereb ji bo serketina pêvajoyê gelekî girîng e." -
Entegrasyona demokratîk, demokrasiya muzakereyî û komunbûyîn
Civakeke ku bi pêvajoya entegrasyona demokratîk hev nas dike û dibîne ku bi demokrasiya muzakereyî jiyana bi hev re bi axaftin û biryardana bi hev re derbas dibe, bi rêxistiniya li qada xwe dikare vê bi ser bixîne. Navê vê jî komun e. -
Kalkan: Ji bilî serketina vê pêvajoyê paşerojeke din nîne
Dûran Kalkan anî ziman ku pêvajo mecbûrî ye ne tercîh e û got, "Ya wê bi ser bikeve ya wê bi ser bikeve. Bi sernekeve wê felaket bibe. Lewma ji bo serketina pêvajoyê çi pêwîst be em ê wê bikin." -
‘Em bi zarokên xwe serbilind in û azadiya Rêber Apo dixwazin’
Hanim Sever a ku ewladek xwe di nava Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de şehîd da got, “Serê me bilind e. Em bi wan serbilind in. Ev rê rêyek bi şeref û namûsê ye” û daxwaza aştiyê û azadiya Rêber Apo kir. -
ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Fetî Yildiz ê MHP’î: Serdana Îmraliyê her tim di rojevê de ye
Cîgirê Serokê MHP’ê Fetî Yildiz diyar kir ku serdana Komîsyona Meclisê ya ji bo Rêber Apo "her tim" di rojeva komîsyonê de ye.