DEM Partî: Selçûk Mizrakli û hemû girtiyên siyasî divên bên berdan
DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî redkirina daxwaza berdanê ya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli da û got, “Selçûk Mizrakli û hemû girtiyên siyasî divên bên berdan.”
DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî redkirina daxwaza berdanê ya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli da û got, “Selçûk Mizrakli û hemû girtiyên siyasî divên bên berdan.”
DEM Partiyê têkildarî astengkirina cara duyemîn a daxwaza berdanê ya Adnan Selçûk Mizrakli daxuyaniyek nivîskî da û bal kişand ser hinceta “dema di saziya me de ti nîşaneyeke ku ji rêxistina terorê qut bûye nehat dîtin” ya di biryara Desteya Îdare û Çavdêriyê de.
DEM Partiyê diyar kir ku ew vê biryara kêfî û derhiqûqî qebûl nakin û got, “Selçûk Mizrakli û girtiyên siyasî hemû divên bên berdan.”