Fetî Yildiz ê MHP’î: Serdana Îmraliyê her tim di rojevê de ye
Cîgirê Serokê MHP’ê Fetî Yildiz diyar kir ku serdana Komîsyona Meclisê ya ji bo Rêber Apo "her tim" di rojeva komîsyonê de ye.
Cîgirê Serokê MHP’ê Fetî Yildiz diyar kir ku serdana Komîsyona Meclisê ya ji bo Rêber Apo "her tim" di rojeva komîsyonê de ye.
Koordînatorên partiyên siyasî yên di Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li meclîsê hatiye damezrandin, di bin serokatiya Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş de civiyan.
Cîgirê Serokê MHP’ê Fetî Yildiz beriya civînê bersiva pirsa rojnamevanan a li ser hevdîtina bi Rêber Apo re da û got, “Ji xwe ew her tim di rojevê de ye."