Hê jî metirsiya li ser jiyana rojnamevan Aykol didome

Rojnamevan-nivîskar Huseyin Aykol ku xwîn çû ser mêjiyê wî, li nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sincanê ku tedawiya wî lê didome, hê jî di beşa lênêrîna awarte de tê ragirtin.

Aykol, ku di 14'ê cotmehê de li mala xwe ya Enqereyê nexweş bûbû û rakiribûn nexweşxaneyê, du caran emeliyata mêjî derbas kir. Piştî emeliyatan, ji ber enfeksiyona di pişikan de rewşa wî a krîtîk didome.

Doktor, ji bo ku enfeksiyonê hildin bin kontrolê, tedawiya antîbiyotîkan zêde dikin. Tedawiya Aykol a bi amûra nefesê ve girêdayî didome û tê ragihandin ku metirsiya li ser jiyana wî hê jî berdewam e.

Her roj hevalên wî yên kar û derdora wî ya nêzîk li nexweşxaneyê serdana Aykol dikin.