Ahmet Ozer ê hate berdan serdana DEM Partiyê kir

Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer serdana rêveberiya DEM Partiyê ya navçeya Esenyûrtê kir. Ahmet Ozer got, "Berdana şaredar û girtiyên siyasî yên li girtîgehê wê baweriyê bide gel."

Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer ê ku piştî ku li şûna wî qeyûm hat tayînkirin û hat girtin, di 11’ê Mijdarê de hat tehliyekirin. Ozer tevî Serokê Partiya Komarê ya Gel (CHP) ê Esenyûrtê û şandeyekî serdana Rêveberiya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) a Esenyûrtê kirin. Ozel û şandeya pê re ji aliyê Hevserokê DEM Partiyê yê Esenyurtê Cesîm Çîçek û rêveberiya navçeyê hatin pêşwazîkirin.

Ozer, diyar kir ku divê dawî li polîtîkayên qeyûm bên û destnîşan kir ku divê şaredarên li şûna wan hatine tayînkirin vegerin ser wezîfeya xwe û got: “Divê Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk vegere ser erka xwe û Hevşaredarê Amedê Dr. Selçuk Mizarkli, Hevşaredarê Wanê yê berê Bekîr Kaya û Hevşaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu tavilê azad bin. Tehliyeyên şaredar û girtiyên siyasî dê baweriya gel a bi pêvajoyê xurt bike.”

Hevserokê DEM Partiyê yê Esenyurtê Cesîm Çîçek, diyar kir ku serdana Ozer û şandeyê watedar e û destnîşan kir ku wê di piştevaniyê bidomînin.