Hevserokên DEM Partiyê: Divê biryara li ser Mizrakli bê betalkirin û were berdan

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bertek nîşanî redkirina daxwaza berdanê ya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê berê Selçûk Mizrakli dan û xwestin ev biryar were betalkirin û Mizrakli were berdan.

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan bi daxuyaniyeke bibîrxistin ku daxwaza berdanê bi hinceta “peyama wî ya ji bo veqetina ji rêxistinê tune ye” hate redkirin.

Bakirhan wiha got, “Di rewşa heyî ya îro de, ev biryarên ku bi sedemên siyasî hatine girtin, zirarê dide hêviya edaletê. Ev biryar ne tenê astegkirina berdana kesekî ye, di heman demê de hewldana darbeyê ya li dijî wîjdana hevpar a civakê û têkoşîna demokrasî û aştiyê ye. Ev biryara şaş ku zirarê dide pêvajoya aştiyê divê demildest bê betalkirin. “

Tulay Hatimogullari jî wiha got: “ Girtina Adnan Selçuk Mizrakli bi biryareke wiha ne qanûnî, zirarê dide pêvajoya aştiyê. Divê dev ji vê aqilê ku siyaseta demokratîk desteser dike, berdin. Divê demildest ji vê biryara şaş vegerin. Pêwîstiya vî welatî ne bi bêhiqûqiyan, lê bi aştiyê heye.”