Teziyeya gerîlayê HPG’ê Ozturk bi girseyî hat ziyaretkirin
Teziyeya gerîlayê HPG’ê Huseyîn Ozturk bi girseyî hat ziyaretkirin.
Teziyeya gerîlayê HPG’ê Huseyîn Ozturk bi girseyî hat ziyaretkirin.
Gerîlayê HPG’ê Huseyîn Ozturk (Berzan Mûrat) di sala 2017’an de li herêma Metîna şehîd bibû. Piştî ragihandina şehadeta gerîla Huseyîn Ozturk, li gundê Erebaliyê yê navçeya Dutax a Agiriyê teziye hate danîn. Girse, bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê çû serdanê. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tev li serdanê bûn.
Girseya ku di têketina gund de kom bû, ber bi mala teziyeyê ve meşiya. Di meşê de dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin. Girseya ku gihişt cihê teziyeyê, ji malbata Ozturk re sersaxî xwest û piştre kirina duayan vegeriya.
Teziyeya Ozturk wê heta dusibe dewam bike.