Komîsyon wê di 18'ê Mijdarê de bicive
Hate ragihandin ku komîsyona Meclîsê wê 18'ê Mijdarê bicive.
Hate ragihandin ku komîsyona Meclîsê wê 18'ê Mijdarê bicive.
Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî ya li Meclîsê ava bûye wê 18'ê Mijdarê saet di 15:00 de bi serokatiya Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş bicive.
Di civîna 17'emîn a komîsyonê de Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serokê MÎT'ê Îbrahîm Kalin wê pêşkêşiyê bikin.