Dayikên Şemiyê ji bo Nazim Gulmez hatin ba hev
Dayikên Şemiyê, diyar kirin ku failên Nazim Gulmez ê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye windakirin, bi bêcezahiştinê tên parastin û daxwaza edaletê kirin.
Dayikên Şemiyê, diyar kirin ku failên Nazim Gulmez ê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye windakirin, bi bêcezahiştinê tên parastin û daxwaza edaletê kirin.
Dayik-Mirovên Şemiyê ji bo eşkerekirina aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin û fail werin darizandin di çalakiya xwe ya hefteya 1077’emîn de hatin ba hev.
Dayikên Şemiyê yên ku bi qurnefîl û wêneyên kesên ku di bin çavan de hatine windakirin li Qada Galatasarê kom bûn, ji bo Nazim Gulmez daxwaza edaletê kirin.
Çalakî bi danîna qurnefîlan a li Qada Galatasarayê bi dawî bû.