ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê werin şopandin.

Siyasetmedar Faysal Sariyildiz anî ziman ku bi rêbaza nû ya têkoşînê bi sed hezaran kes divê dengê gelê Kurd bidin bihîstin û bang li Kurdistaniyan hemûyan kir ku beşdarî meş û mîtînga li Kolnê bibin.

Ji fermandarên YPJ'ê Emîra Mihemed destnîşan kir ku ew ê li Sûriyeyê feraseta ku rola jinan qebûl nake red dikin û got, YPJ wê li her devera Sûriyeyê hebe.

Rojnamevan Roger Westan anî ziman ku kedkarê çapemeniya Kurd Azad Serxwebûn ê ku li Garê şehîd bû, rastî, têkoşîn û jiyana gerîla bi belge dikir.

Komun neçar e ku bersivê bide her pirsgirêka civakê û hemû mijara bi her alî binirxîne. Komunek eger xwe li ser bingeha rast ava bike, bêyî ku girêdayî cihekî be wê her hebe û mezin bibe.