Tedawiya rojnamevan Aykol derbasî qonaxa nû bû

Rojnamevan Huseyîn Aykol ê ku piştî çend emeliyat enfeksiyonê xwe li pişika wî girt, cara çaran bi antîbiyotîkên cuda dest bi dermankirina wî hat kirin.

Dermankirina rojnamevan Huseyîn Aykol ê di 14'ê Cotmehê de li mala xwe ya Enqereyê xwîn rijiya ser mejiyê wî, li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sîncanê didome. Aykolê ku piştî emeliyatan careke din xwîn xwe li mejiyê wî girtibû, cara duyan hatibû emeliyatkirin. Her wiha piştî emeliyatan, enfeksiyonê xwe li pişika Aykol girtibû. Ji ber vê Aykol di beşa lênihêrîna awarte de ye û xetereya jiyana wî didome.

Bijîşkên Aykol, ragihandin ku ji ber enfeskyonê di dermankirina bi rêya antîbiyotîkan de ketine qonaxa çarem.