Jinûve darizandina Kahraman hate redkirin

Dadgeha Cezayê Giran a 13'emîn a Stenbolê, biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a ji bo jinûve darizandina Tayfûn Kahraman bi cih neanî.

Dadgeha Destûra Bingehîn ragihand ku mafê darizandina adîl a girtiyê doza Gezî Tayfûn Kahraman hatiye binpêkirin û biryar da ku bê berdan û jinûve bê darizandin.

Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo bidawîkirina encamên binpêkirinê dosya şand Dadgeha Cezayê Giran a 13'emîn a Stenbolê, lê belê dadgehê biryar bi cih neanî.

Dadgeha Cezayê Giran îdîa kir ku Dadgeha Destûra Bingehîn dest daniye ser erka wê, lewma jî berdana Kahraman û daxwaza jinûve darizandinê qebûl nekir.