MYK a DEM Partiyê bi rojeva ‘pêvajoyê’ û ‘biryara DMME’yê civiya

Desteya Rêvebirina Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) bi pêşengiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullarî û Tuncer Bakirhan li Enqereyê civiyan.

Desteya Rêvebirina Navendî (MYK) ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî), bi beşdariya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullarî û Tuncer Bakirhan ve civiya.

Civîna ku li Navenda Giştî ya DEM Partiyê hat lidar xistin de, dê geşedanên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê û hûrgiliyên hevdîtina dawî ya bi Rêber Apo re bê gotûbêjkirin.

Her wiha di civînê de biryara binpêkirinê ya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya der barê  Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê û encamên biryarê bên gotûbêjkirin. Di civînê de peyamên Serokkomar Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî yên têkildarî tehliyeya Demîrtaş jî dê bên nîqaşkirin.

Her wiha tê payin ku MYK’ê rojeva komîsyonê ya ji bo çûyîna Îmraliyê jî nîqaş bike.