4 rojnamevan hatin binçavkirin
Rojnamevan Yavûz Oghan, Şaban Sevînç, Berpirsê Weşana Giştî yê Aykiriyê Batunar Çolak û Soner Yalçin hatin binçavkirin.
Rojnamevan Yavûz Oghan, Şaban Sevînç, Berpirsê Weşana Giştî yê Aykiriyê Batunar Çolak û Soner Yalçin hatin binçavkirin.
Rojnamevan Yavûz Oghan û Şaban Sevînç, di saetên sibehê de di encama serdegirtinan de hatin binçavkirin.
Hat diyar kirin ku her du rojnamevan birine Şaxa têkoşîna li dijî sûcên malî ya li Stenbolê.
Têkildarê lêpirsînê agahî nehatin bidest xistin.
Di heman saetan de Berpirsê Weşana Giştî yê Aykiriyê Batuhan Çolak û rojnamevan Soner Yalçin jî hatin binçavkirin û ew birin qereqolê.
Ne hat zanîn ka di çarçoveya heman lêpirsînê de hatine binçavkirin an na.