CÎK’ê banga tevlîbûna meşa 8’ê Mijdarê kir
Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK) banga tevlîbûna xurt li meş û mitînga “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” ku di 8’ê Mijdarê de li bajarê Koln ê Elmanyayê bê lidarxistin, kir.
Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK) banga tevlîbûna xurt li meş û mitînga “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” ku di 8’ê Mijdarê de li bajarê Koln ê Elmanyayê bê lidarxistin, kir.
Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK) bi daxuyaniyekî nivîskî banga tevlîbûna meşa 8’ê Mijdarê ya Kolnê ku bi armanca azadiya Rêber Apo were lidarxistin, kir.
CÎK’ê destnîşan kir ku pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” bingeha jiyana wekhev, azad û aştiyane ya gelan e û wiha got, “Ev meş naskirina mafên siyasî, çandî û civakî ya gelê Kurd, pêkanîna azadiya Birêz Abdullah Ocalan û xurtkirina îradeya çareseriya demokratîk, xwedî girîngiyeke dîrokî ye.”
Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Em ê vegotina îrade û daxwazên demokratîk ên gelê Kurd bi awayekî xurt bidomînin. Em careke din tînin bîra raya giştî ya Ewropayê û saziyên navneteweyî; pirsgirêka Kurd ne tenê meseleyeke herêmî ye, hêmanên bingehîn a aştiya herêmî û kûrewî, çareseriya demokratîk û jiyaneke bi adil e. Bicihanîna pêdiviya vê pêvajoyê û piştgirîkirina îradeya çareseriyê, erka civaka navneteweyî ye jî.”
CÎK’ê bang li hemû Kurdistanî û her kesên alîgirê têkoşîna, demokrasî, azadî û wekheviyê kir ku tevlî meşa Kolnê ya di 8’ê Mijdarê de bibin û wiha got, “Em bang li her dostên xwe yên nirxên demokratîk diparêzin û alîgirê aştiyê ne dikin ku di 8’ê Mijdarê de li hev bicivin. Ji bo qirîna daxwazên me yên azadî, wekhevî û edaletê, li Kolnê bicivin.”