HRW: Ji bo aştiyeke mayînde adelet û reformên qanûnî girîng in
Sê rêxistinên ku HRW’ê jî di nav de ye, bang li komîsyona ku li Meclîsê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye avakirin kir ku reformên hiqûqî û edaletê yên berfireh pêk bîne.
Sê rêxistinên ku HRW’ê jî di nav de ye, bang li komîsyona ku li Meclîsê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye avakirin kir ku reformên hiqûqî û edaletê yên berfireh pêk bîne.
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW), Projeya Piştevaniya Dozên Mafên Mirovan a Tirkiyeyê û Komîsyona Navneteweyî ya Hiqûqnasan, bang li Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li Tirkiyeyê hatiye avakirin kirin ku reformên qanûnî û edaletê yên berfireh pêk bînin.
Rêxistinan, di daxuyaniya hevpar a ku pêşkêşî komîsyonê kirin de destnîşan kirin ku ji bo şer bi rengekî mayînde bi dawî bibe û aştî bidome reform girîng in.
Komîsyon di Tebaxa 2025'an de piştî biryara PKK'ê ya xwe fesixkirinê û şewitandina çekan hate avakirin. Rêxistinan dan xuyakirin ku ji bo aştî mayînde be, ne tenê bêdengkirina çekan, di heman demê de guhertina qanûnên cudakar ên li dijî Kurdan û civakên din jî girîng e.
Di daxuyaniyê de çar reformên bingehîn hatin pêşniyarkirin:
Ji nû ve sererastkirina qanûnên dijî-terorê - Rakirina xalên nezelal ên ku rojnamevan, parêzer û çalakvanan hedef digirin.
Bidawîanîna zextên li ser siyasetmedarên hilbijartî – Ji kar derxistin divê li gorî pîvanên demokratîk ên navneteweyî pêk bên.
Divê mafê kombûnên aştiyane bên misogerkirin – Divê qanûnên xwepêşandanan û destwerdanên polîsan ji nû ve bên sererastikirin.
Divê "mafê hêviyê" bê naskirin - Derfetên serbestberdanê ji bo kesên ku cezayê muebetê yê giran digirin divê di pêvajoyeke nirxandineke rastîn de bêne kirin.
Rêxistinan, her wiha diyar kir ku divê serxwebûna dadweriyê were xurtkirin û mekanîzmayên hesabpirsînê ji bo binpêkirinên berê werin damezrandin.
Rêxistinan, diyar kirin ku aştî tenê bi çareserkirina neheqiyên avahîsaziyê pêkan e.