Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan destpê kir

Hevdîtina Endamên Şandeya Îmraliyê û Serokkomar Erdogan destpê kir.

Hevdîtina Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re destpê kir.

Di hevdîtinê de Serokwekîlê Giştî yê AKP’ê Efkan Ala û Serokê Teşkîlata Îstixbarata Millî (MÎT) Îbrahîm Kalin jî cih digirin.

Tê payîn ku di hevdîtinê de li ser qonaxa heyî ya pêvajoyê, pirsgirêkên di pêvajoyê de têne jiyîn û gavên pêwîst, bên axaftin.