ROJANE
Hemû Nûçe
-
8 ciwan hatin binçavkirin
Piştî ku Wezîrê Karên Hundirîn ê Tirk Alî Yerlîkaya meşa li Amedê ya bi şîara ‘’Li gel Rêbertiya Azadiyê ber bi Jiyanna Azad ve’’ hedef girt, 8 ciwan hatin binçavkirin. -
Ross: Tevgera Kurd modeleke nû ya civaka wekhev afirand
Zanyarê civakî yê Skoç Prof. Andrew Ross bi peyamekê piştgirî da "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber Apo û got, Tevgera Kurd civaneke wekheviyê afirand. -
ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Îfadeya sûcdarê sêyemîn ê doza kuştina Hakan Tosûn weke şahid hatiye girtin!
Parêzerê malbata rojnamevan Hakan Tosûn Onûr Çîngil, diyar kir ku kesê sêyemîn ê bi navê Yusuf Ozakdag ku bi motorsîkletê tevlî êrîşê bûye, weke şahid ji bo îfadedayînê hatiye birin û piştre serbest hatiye berdan. -
Huseyîn Aykol wê dubare were razandin
Hate ragihandin ku Rojnameger Huseyîn Aykol ê ku li nexweşxaneyeke Enqereyê di beşa çavdêriya awarte de tedawî dibe, wê ji nû ve were razandin. -
ÎHD’ê ji bo Rojîn Kabaîş lêpirsîneke bi bandor xwest
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) xwest ku têkildarî mirina bi guman a xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş lêpirsîneke bi bandor were meşandin û nerazîbûn nîşan da ku mekanîzmayên dewletê faîl diparêze. -
DEM Partî: Tezkereyên şer herêmê dixe nava kaosê
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît nerazîbûn nîşanî tezkereyên têkildarî Sûriye, Iraq û Lubnanê da ku wê bikeve rojeva Meclîsê û got, "Herêmê di nava tundî û kaoseke mezin." -
Serbestberdana Sayilgan ê ji sedî 80 nabîne 6’emîn carin tê astengkirin
Serbestberdana Mehmet Sayilgan ê ku ji sedî 80 astangdarê dîtinê ye ku di sala 2016’an de li Wanê bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatibû girtin, bi biryara Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Tokatê cara 6’emîn e hate astengkirin. -
'DEM Partî ne parçeyekî desthilatdariyê ye, ne jî cîgirê muxalefetê ye; rêyeke sêyemîn e'
Endamê Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê Unal Yûsûfoglû li hemberî gef û heqaretên li dijî partiya wan got, "DEM Partî rêya sêyemîn e." -
Dadgeha herêmî cara duyemîn ceza li strana Kurdî birî!
Hunermendê NÇM'ê Cesîm Başboga nerazîbûn nîşanî ceza da, ku ji aliyê dadgeha herêmî ve hatiye dayin û got, "Êrîş li stranên bi zimanê me yê dayikê tê kirin." -
ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Dayikên Aştiyê: Mifteya aştiyê azadiya Rêber Apo ye
Meclisa Dayikên Aştiyê di encamnameya konferansa xwe de ji bo civakîbûna aştiyê biryardariya xwe têkoşînê dubare kirin û destnîşankirin ku ji bo civakîbûna aştiyê divê Rêber Apo di şert û mercên azad de tevlî pêvajoya muzakereyê bibe. -
Girtiyên li girtîgeha Qizilhesar lêvên xwe dirûtin
Greva birçîbûnê ya girtiyên li girtîgeha Qizilhesar ya dijî darvekirinan mezin dibe. Gelek girtiyên çalakiyê bi armanca protestoyê lêvên xwe dirûtin. -
Li Tehranê malbatê girtiyan çalakiya protestoyî lidar xistin
Ji bo piştevaniya bi girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Qizilhesarê ku di greva birçîbûnê de ne, malbatên girtiyan li ber Parlamenta Tehranê çalakiya protestoyî lidar xistin. -
Xeteriya li ser jiyana rojnamevan Huseyîn Aykol didome
Rojnamevan-nivîskar piştî ku du caran xwîn çû ser mejiyê wî, rakirin beşa çavdêriya taybet. Bijîjkan ragihand ku xeteriya li ser jiyana wî didome. -
Ji Hevserokan daxuyaniya 'Demîrtaş': Divê bi lez bê berdan
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana siyasetmedarê girtî Selahattîn Demîrtaş kirin û xwestin, bi lez bê berdan. Hevserok wê serdana Fîgen Yuksekdag jî bikin. -
'Hiqûqa dijminatiyê xistine meriyetê'
Girtiyê ku 3 caran berdana wî hate astengkirin diyar kir ku li hemberî girtiyan hiqûqa dijminatiyê di meriyetê de ye. -
Li Abya Yala Civaknasiya Azadiyê ya Rêber Apo rastî eleqeyek mezin tê
Li bajarê Tandîl ê Arjantînê li ser Civaknasiya Azadiyê ya Rêber Apo bernameya danasînê hate çêkirin. -
'Muxatabê sereke yê pirsgirêka Kurd Rêber Ocalan e, ne DEM Partî ye'
Ji rêveberên DEM Partiyê Unal Yûsûfoglû got, "DEM Partî di pêvajoya danûstandinan de wê bi erka xwe rabe, lê muxatabê sereke DEM Partî nîne. Divê ev yek bê fêhmkirin. Muxatabê esasî Rêber Ocalan û Tevgera Azadiyê ye." -
ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Aqûbeta windayan hate pirsîn, edalet hate xwestin
Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê çalaki lidar xistin û aqûbeta windayan pirsîn. -
Tuncer Bakirhan di Civîna Serokên PES’ê de axivî
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, di Civîna Serokên PES’ê de axivî. Tuncer, anî ziman ku ew ji kevneşopiyeke têkoşînê tên û diyar kir ku ew bawer dikin ku rojekê, bi hevgirtinê, jin û xweza dê ji kapîtalîzm û modernîzmê rizgar bibin. -
16 baroyan ji bo Rojîn Kabaîş daxuyanî dan
16 baroyan derbarê dosyaya Rojîn Kabaîş daxuyanî dan û gotin, ew ê dosyayê bişopînin. -
Li Cizîrê li dijî destdirêjiyê ‘Nobeda Edaletê’
Li Cizîrê li hemberî betalbûna cezayê li Bûrak Ercan ê ku ji ber destdirêjiya li hemberî gelek zarokan tê darizandin, hatiye birîn ‘Nobeda Edaletê’ hate destpêkirin. -
Ciwan ber bi Amedê ve bi rê ketin: Azadiya Rêber Apo azadiya gel e
Ciwan ji Edene, Wan û ji Agiriyê ji bo tevlî meşa “Bi Rêberê Azadiyê re ber bi jiyana azad” a ku dê ji aliyê Platforma Ciwanên Welatparêz ên Demokratîk li Amedê bê lidarxistin, bibin ber bi Amedê ve bi rê ketin.