Huseyîn Aykol wê dubare were razandin

Hate ragihandin ku Rojnameger Huseyîn Aykol ê ku li nexweşxaneyeke Enqereyê di beşa çavdêriya awarte de tedawî dibe, wê ji nû ve were razandin.

Rojnameger-nivîskar Huseyîn Aykol di 14’ê Cotmehê de dema li mala xwe ya li Enqereyê, xwîn çûbû ser mejiyê wî û ew rakirin nexweşxaneyê.

Li nexweşxaneyê jî careke din xwîn çû ser mejiyê wî û li beşa çavdêriya awarte tê tedawîkirin.

Aykol ku li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê di beşa çavdêriya awarte de tê ragirtin.

Ev demek bû ji bo kontrolkirina refleksên wî dermanê razandinê nedihat dayin û bijîşkan, da zanîn ku di kezeba Aykol de enfeksiyon çêbûye û ji bo tedawiya wî bi rêk û pêk bidome, wê îro careke din razînin.

Bijîşkan diyar kirin ku hişê Aykol girtî ye û xetereya li ser jiyana wî didome.