ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît wê li Meclîsê civîneke çapemeniyê lidar bixe û rojevê binirxîne.

Mehmet Alî Ertaş medya Tirkiyeyê nirxand ku bi zimanê xwe jehrê dide pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got, "Medya desthilatdariyê civakê timî dixapîne. Yê nebaş baş, yê baş jî nebaş nîşan dide. Bi vî rengî civakê kerr, kor û lal dike."

Endamê Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê Unal Yûsûfoglû li hemberî gef û heqaretên li dijî partiya wan got, "DEM Partî rêya sêyemîn e."

Hunermendê NÇM'ê Cesîm Başboga nerazîbûn nîşanî ceza da, ku ji aliyê dadgeha xwecihî ve hatiye dayin û got, "Êrîş li stranên bi zimanê me yê dayikê tê kirin."

Şiyar Malatya di jiyana xwe de çek, gotin û tembûr ji hev cuda nedikir. Ji bo wî ev hersê jî amûrên cuda nebûn; hersê amûrên heqîqetekê bûn.