ROJANE
Hemû Nûçe
-
Aqûbeta Fehmî Tosûn hate pirsîn
Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê hatin ba hev û aqûbeta Fehmî Tosun ê ku beriya 30 salan di bin çavan de hate windakirin, pirsîn. -
Komxebata Elewiyan destpê kir
Li Amedê “Komxebata Elewiyan” ku wê 2 rojan dewam bike, destpê kir. Komxebat bi dirûşmeya, “Em bi baweriya xwe rêxistin dibin û di avakirina civaka demokratîk de soz didin" tê lidarxistin. -
Peyama Rêber Apo a ji bo Dayîkên Aştiyê: Bi nasnameya jina azad û hişmendiya xwe re têbikoşin
Rêber Apo bi peyameke konferansa Dayikên Aştiyê silav kir û wiha got, “Hûn divê li rex nasnameya xwe ya dayîkbûnê di heman demê de bi nasnameya jina azad û hişmendiya xwe re têbikoşin.” -
Dadgehê xwest Kongreya Bajêr a CHP’ê bê rawestandin
Dadgeha Hiqûqê ya Asliyê ya 45’an xwest ku 39’emîn Kongreya Bajêr a CHP’ê ku tê plankirin di 19’ê Cotmehê de were lidarxistin, bê rawestandin. -
Krîza avê kûr dibe: Kirin weke stratejiyeke şerî!
Ekolojîst Beyaz Ustun diyar kir ku krîza avûhewayê ya li seranserê cîhanê di rastiyê de krîza avê ye û ger pêşî lê neyê girtin wê bi xwe re pirsgirêkên mezintir bîne û got: ‘’Em vê têkoşînê bes ne ji bo însanan, ji bo berdewamkirina jiyanê dimeşînin.’’ -
Nivîskar Îlhamî Akter: Ji bo raperîna min bê bihîstin dinivîsim
Îlhamî Akter nivîskarekî ku li bajarê Hamburg ê Elmanyayê dimîne, diyar kir ku dema dinivîse mîna ku birînek kangren derman bike rehet dibe û got, "Ez her tim dixwazim binivîsim da ku her kes raperîna min, qîrîna min bibihîze." -
‘Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev 14 sal in jiyana ku dixwazin vedibêjin’
Parlamenterê DEM Partiyê Berdan Ozturk, derbarê pêvajoya veguhêz a Sûriyeyê de got, “Ev kar bi tunehesibandinê û ferzkirinên ji navendê nameşe” û da zanîn ku divê daxwazên Kurdan û gelên herêmê di avakirina Sûriyeya nû de esas bên girtin. -
Kiliç: Entegrasyona demokratîk ji veguherînên li cîhanê ne cudaye
Dr. Hasan Kiliç diyar kir ku Peymana 10'ê Adarê vîna ji bo entegrasyona demokratîk nîşan dide û destnîşan kir ku ev yek ji pêvajoyên veguherînê yên li herêmê ne serbixwe ye. Li gorî Kiliç, vegera koçberan bi tinekirina komên çete pêkan e. -
Karayilan: Heval Mordem pêşengê berxwedana destanî ya Zapê bû
Fermandarê HPG’ê Murat Karayilan got: “Heval Mordem ê ku pêşengiya berxwedana destanî ya Eyaleta rojavayê Zapê kir, bi taybetmendiyên xwe yên hevaltî, exlaqî, biterbiye, xisleta xwe ya şoreşgerî û bi sekna xwe ya bi îrade, dê her tim ji me re bibe mînak.” -
ROJEVA 18’Ê COTMEHA 2025’AN
Sernavên sereke ji Rojeva Kurdistan û Cihanê -
6 sal û 4 meh cezayê girtîgehê li Berdan Ozturk hat birîn
Li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê, di rûniştina biryarê ya derbarê Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Berdan Ozturk de, bi giştî 6 sal û 4 meh cezayê girtîgehê hat dayîn. -
Meşa endamên KESK’ê bi dawî bû: Em ê karê xwe dîsa bi dest bixin
Meşa KESK’ê ya ji Amedê ber bi Enqereyê ve, di roja xwe ya 4’emîn de bi daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû. KESK’ê li gelek bajaran bi çalakiyên ku li dar xistin, ji bo kedkarên giştî yên bi KHK’yan hatine dûrxistin banga “dadwerî û vegera li ser kar” kir. -
Kûrtûlmûş bi saziyên sivîl re civiya: Qeyûm hîn jî li ser kar in, divê ji vê şaşiyê vegerin
Şandeyek bi serokatiya Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş li Amed bi saziyên sivîl re civiya û li ser çareserkirina pirsgirêka Kurd biaxivin. Serra Bucak di civînê de axivî û diyar kir ku qeyûm hîn jî li ser kar in û divê ev sîstem ji binî ve were rakirin. -
Mehmet Nîmet Yilmaz piştî 31 salan hate berdan
Mehmet Nîmet Yilmaz ku piştî 31 salan hate berdan, li pêşiya girtîgehê ji aliyê xizm û rêveberên TUAY-DER’ê ve bi kulîlkan hate pêşwazîkirin. -
Li Amedê serdana şîna sê şehîdan hate kirin
Bi girseyî serdana şînên ji bo gerîlayê HPG’ê Muhîttîn Kaya yê, gerîlaya YJA Starê Hîcran Koçer û Yûsûf Guncel ê YPS’î ku di dîrokên cuda de şehîd bibûn, hatin kirin. -
Li nexweşaneyê tundî li girtî Çetîn Tûtkûn hate kirin
Çetîn Tûtkûn ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Karatepe ya Tekîrdagê tê ragirtin, ji ber ku li ber mûayeneya bi kelepçeyan rabû li Nexweşxaneya Dewletê ya Çorlûyê li tundiya jendermeyan rast hat. -
Rêber Apo: Pîvana hêviyê gaveke ku divê dewlet biavêje
Rêber Apo got "Pîvana hêviyê gaveke ku divê dewlet biavêje. Divê vê bagajê rake. Ev yek meseleyeke ku bandorê li hezaran mirovî dike. Bi çi rengî dinirxîne binirxîne divê ev yek bê rakirin. Ji aliyê hiqûqî ve divê ev bê kirin." -
GGC’ê bang li Meclîsê kir: Bila şahidiyên rojnamevanan bên guhdarîkirin
Cemiyeta Rojnamevanên Başûrê rojhilat (GGC), bang li komîsyona meclîsê kir ku şahidiya rojnamevanan ên derbarê pêvajoya aştiyê de guhdarî bikin. -
Azîz Tûnç: Gotinên Bahçelî ne ‘vebûneke Elewiyan e’
Nivîskar Azîz Tûnç, diyar kir ku Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî li gorî xwe pênaseya Elewiyan û Elewîtiyê ferz dike, hewl dide komkujiyan veşêre û got ku ev yek ne vebûneke Elewiyan e. -
Ferat Koçak ragihand ku ew ê îdîayên derbarê Samet Yilmaz li Meclîsê bike rojev
Endamê Parlamentoya Federal a Dîe Lînke Ferat Koçak ragihand ku Kesk wê îdîayên derbarê namzetê Serokatiya Şaredariya Kîelê, li Meclîsa Federal bike rojev. -
ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2025'AN
Sernavên sereke ji Rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Hevseroka ESP'ê û 3 kesên din 69 sal ceza hate birîn
Li Hevseroka ESP'ê Hatîce Denîz Aktaş û 3 kesên din bi tevahî 69 sal û 3 meh ceza hate birîn. -
Komxebata ziman a li Wanê bi dawî bû: Ji bo statuya Kurdî banga seferberiyê hat kirin
“Komxebata Stratejî û Polîtîkayên ji bo Têkoşîna Zimanê Kurdî” bi xwendina encamnameyê bi dawî bû. Di encamnameyê de banga seferberiyê ji bo bidestxistina statuya zimanê Kurdî hat kirin. -
Meşvanên KESK’ê li Enqereyê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin
Meşvanên KESK’ê yên ku ji bo xebatkarên cemaweriyê yên bi KHK’ê ji kar hatibûn derxistin dîsa vegerin ser karê xwe ji Amedê ber bi Enqereyê ve meşiyan, li Enqereyê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. -
DEM Partî: Divê komîsyon hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan anî ziman ku ew di pêvajoyeke dîrokî de ne û got, "Komîsyon neçar e ku formulekê peyda bike ku Abdullah Ocalan karibe nêrînên xwe ji komîsyonê re ragihîne."