ROJEVA 18’Ê COTMEHA 2025’AN
Sernavên sereke ji Rojeva Kurdistan û Cihanê
Sernavên sereke ji Rojeva Kurdistan û Cihanê
- Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
- Bi dirûşma “Bi Rêberê Azadiyê re Jiyana Azad” li Amedê ciwan dê meşekê li dar bixin.
- Fermandarê HPG’ê Murat Karayilan ê ku Şehîd Mordem Çewlîk bi bîr anî, got: “Heval Mordem ê ku pêşengiya berxwedana destanî ya Eyaleta rojavayê Zapê kir, bi taybetmendiyên xwe yên hevaltî, exlaqê xwe, terbiyeya xwe, xisleta xwe ya şoreşgerî û bi sekna xwe ya bi îrade, her tim ji me re dê bibe mînak.”
- Dr. Hasan Kiliç diyar kir ku Peymana 10'ê Adarê vîna ji bo entegrasyona demokratîk nîşan dide û destnîşan kir ku ev yek ji pêvajoyên veguherînê yên li herêmê ne serbixwe ye. Li gorî Kiliç, vegera koçberan bi tinekirina komên çete pêkan e.
- Parlamenterê DEM Partiyê Berdan Ozturk, derbarê pêvajoya veguhêz a Sûriyeyê de got, “Ev kar bi tunehesibandinê û ferzkirinên ji navendê nameşe” û da zanîn ku divê daxwazên Kurdan û gelên herêmê di avakirina Sûriyeya nû de esas bên girtin.
- Îlhamî Akter nivîskarekî ku li bajarê Hamburg ê Elmanyayê dimîne, diyar kir ku dema dinivîse mîna ku birînek kangren derman bike rehet dibe û got, "Ez her tim dixwazim binivîsim da ku her kes raperîna min, qîrîna min bibihîze."
- Li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê, çalakiyên ku ji hêla xizmên winda û girtiyan ve têne kirin dê bêne şopandin.