Aqûbeta Fehmî Tosûn hate pirsîn

Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê hatin ba hev û aqûbeta Fehmî Tosun ê ku beriya 30 salan di bin çavan de hate windakirin, pirsîn.

Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin, bipirsin û ji bo darizandina faîlan, her hefte li Qada Galatasarayê tên ba hev. Vê hefteya çalakiya 1073’yan hate lidarxistin û aqûbeta Fehmî Tosun hate pirsîn ku beriya 30 salan piştî hat binçavkirin êdî agahî jê nehat wergirtin.

Gelek parêzvanên maf jî beşdarî çalakiyê bûn. Çalakvanan wêneyên windayan û qurnefîlan hildan.

Piştî qurnefîl hatin danîna Qada Galatasarayê, çalakî bi dawî bû.