Li Hevseroka ESP'ê û 3 kesên din 69 sal ceza hate birîn
Li Hevseroka ESP'ê Hatîce Denîz Aktaş û 3 kesên din bi tevahî 69 sal û 3 meh ceza hate birîn.
Li Hevseroka ESP'ê Hatîce Denîz Aktaş û 3 kesên din bi tevahî 69 sal û 3 meh ceza hate birîn.
Danişîna doza Hevseroka Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Hatîce Denîz Aktaş, nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Etkin (ETHA) Ebrû Yîgît, Mert Unay û Nûrcan Gullubûdak li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hate dîtin.
Dadgehê li Hevseroka ESP’ê Hatîce Denîz Aktaş cezayê 17 sal û mehek, li Ebrû Yîgît 17 sal û mehek, li Mert Unay 20 sal û 6 meh ceza birî û biryara girtinê da. Her wiha li Nûrcan Gullubûdak jî 14 sal û 7 meh ceza birî û eşkerekirina hikmê wê jî hate paşxistin.