Sîrovan Şaûle hate binçavkirin

Agahî ji Sîrovan Şaûle nayê wergirtin ku hêzên dewleta Îranê bi ser mala wê de girtin û ew binçav kirin.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku Sîrovan Şaûle ya li bajarê Mihabadê dijî ji aliyên hêzên dewleta Îranê ve, di encama serdegirtina mala xwe de hatiye binçavkirin û nayê zanîn li ku tê girtin.

Li gorî daxuyaniyê, hêzên girêdayî wezareta îstîxbaratê ya Îranê bi ser mala malbata Sîrovan Şaûle de girtine û tu biryareke dadgehê pêşkêş nekirine. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku hevjînê Sîrovan Şaûle, Celal Sedefî di 15’ê Kanûna 2024’an de ji aliyê hêzên wezareta îstîxbaratê ve hatibû girtin û hê li girtîgeha Mihabadê bi sedemek nediyar tê girtin.

Hêjayî gotinêye ku Sîrovan Şaûle, di meha Sibata 2025’an de li ser banga ji bo Midûriyeta Îstîxbarata Mihabadê çend saetan hatiye lêpirsinkirin û gefa girtinê lê hatiye xwarin.

Derbarê hinceta binçavkirin û sûcên li Sîrovan Şaûle tên barkirin tu agahî nehatine parvekirin.