Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê bi tevahî 1,412 girtiyên nexweş hene, ku 355 ji wan bi giranî nexweş in. Piraniya girtiyên nexweş, ku rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) an nexweşxaneyan tahliyeya wan asteng dike, tevî temenê xwe yê mezin û nexweşiyên kronîk hewl didin jiyana xwe bidomînin.
Yek ji wan kesan ku hemû serlêdanên wê hatine redkirin û bi nexweşiyên kronîk re li girtîgehê têkoşîna jiyanê dide, Hatice Yildiz a 76 salî ye. Hatice Yildiz, ku ji ber şandina pere ji keça xwe û hevaleke wê ya girtî 8 sal in li girtîgehê ye û bi 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê hatiye ceza kirin. Daxwaza wê ya dawî ya ji bo bikaranîna usûla înfaza taybet jî bi hinceta “şert çênebûne” hate redkirin.
Hatice Yildiz ku gelek dermanan bikar tîne, ji ber tansiyona kronîk gelek caran nexweş dikeve.
ATK DÎSA HEMAN BIRYAR DA
Ji ber ku Hatice Yıldız bi rêya PTT’ê ji keça xwe Rûken Yildiz û girtiyeke din re pere şandiye, bi îdiaya “fînansekirina rêxistinê” doz li wê hate vekirin. Piştî ku cezayê wê yê 4 sal û 2 mehan hate pejirandin, di 23’ê Adara 2024’an de bi sedyeyê ji mala xwe hat girtin, pêşî birin nexweşxaneyê û paşê jî birin girtîgeha Bakirkoyê.
Hatice Yıldız li girtîgehê gelek caran nexweş ket û birin nexweşxaneyê. Her wiha gelek caran jî ser hişê xwe çûye, lê ji wê demê ve girtî ye.
Serlêdanên ji bo azadiya bişopandinê yên ji bo Hatice Yildiz hatin kirin bê encam man û serlêdana ji bo Saziya Tipa Edlî ya ji ber nexweşiyên wê jî bi biryara “dikare li girtîgehê bimîne” hate bersivandin.
HEMÛ SERLÊDAN HATIN REDKIRIN
Ji bo Hatice Yidiz, ku ji tansiyona kronîk û nexweşiyên çavan êşê dikişîne, parêzerên wê dawî li Dadgeha Înfaza 6’emîn a Bakirkoyê serlêdan kirin û daxwaz kirin ku înfaz li malê bidome.
Dadweriyê daxwaz bi vê hincetê red kir:
“Li gorî benda (b) ya xala 2’yemîn a madeya 110’an a Qanûna 5275’an, tê destnîşankirin ku cezayên girtiyên ku temenê wan 70 salî temam kirine û bi tevahî 4 sal in, bi usûla înfaza taybet dikarin bên bicihanîn. Lê li gorî mûdetnameya dawî ya girtî, cezayê wê 4 sal û 2 meh e, ji ber vê yekê tê fêmkirin ku daxwaza înfaza taybet ji sînorê herî zêde derbas kiriye; ji ber vê yekê daxwaz hate redkirin.”
Her wiha tê zanîn ku daxwaza parêzeran a ji bo girtîgeha vekirî jî hate redkirin û hat ragihandin ku ew ê di Adara bê de ji bo azadiya bişopandinê dîsa serlêdanê bikin.
“CIHÊ KESÊ NEXWEŞ NE GIRTÎGEH E”
Alper Yıldız, bal kişand ser vê pêvajoya ku bi awayekî neheq tê meşandin û wiha got: “Şandina pere ji bo girtîgehê ne sûc e. Nexweşiyên dayika min ên berê hîn zêdetir pêş ketine. Dermanên wê tên dayîn, lê hawîrdora ku lê ye ji bo kesekî nexweş ne guncaw e. Ji ber nexweşiyên astimê û tansiyonê gelek caran nexweş dikeve. Hemû serlêdanên me hatin redkirin. Kesekî di vî temenî de ne divê li girtîgehê be. Em dixwazin ku zûtir bê berdan.”