Li hemberî TELE1’ê operasyona ‘sîxuriyê’
Polîsan li hemberî TELE1’ê operasyona ‘sîxuriyê’ pêk anî û Derhênerê Weşana Giştî Merdan Yanardag hate binçavkirin. Hate zanîn ku derheqê Ekrem Îmamoglû de jî lêpirsîna ‘sîxuriyê’ hatiye vekirin.
Polîsan li hemberî TELE1’ê operasyona ‘sîxuriyê’ pêk anî û Derhênerê Weşana Giştî Merdan Yanardag hate binçavkirin. Hate zanîn ku derheqê Ekrem Îmamoglû de jî lêpirsîna ‘sîxuriyê’ hatiye vekirin.
Li dijî TELE1 TV’yê operasyoneke hate lidarxistin. Derhênerê Weşana Giştî Merdan Yanardag hate binçavkirin. Derheqê Ekrem Îmamoglû de jî lêpirsîna ‘sîxuriyê’ hate vekirin.
Gokhan Kayiş ê ku li ser ekranên TELE1’ê bernameya ‘’Pisûleya Siharê’’ pêşkêş dike, serdegirtina li dijî kanalê di weşana zindî de ragihand. Kayiş diyar kir ku komên TEM’ê hatine kanalê, karûbarê lêgerînê didome û biryara lêgerînê ya 11’emîn Dadgeha Cezayên Giştî nîşan dane.
Hate diyarkirin ku li mal û ofîsa Derhênerê Weşana Giştî Merdan Yanardag lêgerîn hatiye kirin û Yanardag hatiye binçavkirin.
Gokhan Kayiş di weşana zindî de ev yek anîn ziman: ‘’Bi rastî jî em welatiyên Komara Tirkiyeyê ne ku tevî şert û mercên dijwar, li studyoyên dijwar, li navendeke nûçeyan a bêderfet lê belê bi namûsa xwe , lê belê bi xeberdanê, lê belê bêyî ku bêdeng bimînin, lê belê bêyî tirs weşana xwe dikin. Mafê meyê hemwelatîbûnê heye. Mafên me yên têkildarî komarê hene. Min dev ji demokrasiyê û filan berda. Komar ne milkê bavê hin kesan e. Ev dewlet jî ne dewleta kesekî ye. Dewlet, dewleta me hemûyan e. Lê belê ji te û ji min, ger ji ber fikra min û fikra te ji hev cuda bibe; wê demê were em rûnên û biaxivin.’’