6 girtî piştî 30 salan hatin berdan: Heta ku girtîgeh vala nebin wê ev pêvajo bi ser nekeve

6 girtiyên ku 30 sal di girtîgehan de man û bi hincetên cuda berdana wan nehatibû astengkirin, ji Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Boluyê hatin berdan.

6 girtiyên siyasî yên ku li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Boluyê dihatin girtin û berdana wan  bi hincetên cuda dihatin astengkirin, biyara berdana hate dayin. Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê berdana gelek girtiyên ku cezayên wan qediyane asteng dike.

Lijneyê biryar da ku Denîz Ozturk, Halîl Dag û Şehap Elbasan ên ku berdana wan heft caran hatibû astengkirin; Suat Gokalp ê ku berdana wî pênc caran hatibû astengkirin; Muhammed Îsmaîl û Mûrat Çetînkaya yên ku berdana wan du caran hatibû astengkirin, bên berdan. Bi vê biryarê re 6 girtiyên ku zêdetirî 30 sal in di girtîgehê de ne hatin berdan.

Suat Gokalp piştî berdanê axivî û diyar kir ku girtî ji bo rûmetê têdikoşin û girêdana xwe ya  bi pêvajoya ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye destpêkirin anî ziman. Gokalp got, “Heta ku girtîgeh vala nebin wê ev pêvajo bi ser nekeve. Em deyndarê gelê xwe ne û çawa ku me heta niha di girtîgehê de rûmeta xwe parastiye, em ê li ser xeta Abdullah Ocalan vê yekê bidomînin."

MUHAMMED ÎSMAÎL BIRIN NAVENDA PAŞVEŞANDINÊ

Yek ji girtiyên ku hate berdan Muhammed Îsmaîl bû û wî birin Navenda Paşveşandinê ya Boluyê. Hat hînbûn ku wê Îsmaîl bi zorê bişînin Sûriyeyê.

BERDANA 2 GIRTIYAN HATE ASTENGKIRIN

Her wiha lijneyê bi hincetên cûda berdana Metîn Dalan û Aydin Yuce yên ku di heman girtîgehê de ne, asteng kir.