Mînîbusek qelibî: 5 karkerên çandiniyê jiyana xwe ji dest dan
Li navçeya Erdemliyê mînîbusa ku karkerên çandiniyê tê de bûn wergeriya. Di bûyerê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, 14 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Erdemliyê mînîbusa ku karkerên çandiniyê tê de bûn wergeriya. Di bûyerê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, 14 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Erdemlî ya Mersînê, mînîbusa ku karkerên çandiniyê tê de bûn li qada Avgadi ya taxa Aydinlarê ji kontrolê derket û wergeriya.
Piştî qezayê tîmên tenduristiyê û arkuj gihîştin cihê bûyerê.
Ji kesên di wesayitê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, 14 kes jî birîndar bûn.