Şehîd Robîn Bakir li ser gora xwe hate bîranîn
Gerîlayê HPG'ê Robîn Bakir ku sala 2020'î li Herêma Herekolê ya Sêrtê di şer de şehîd bû, li Edeneyê hate bîranîn.
Gerîlayê HPG'ê Robîn Bakir ku sala 2020'î li Herêma Herekolê ya Sêrtê di şer de şehîd bû, li Edeneyê hate bîranîn.
Gerîla Robîn Bakir ku li Herêma Herekolê di 28'ê Îlona 2020'î de di şer de şehîd bû, li navçeya Seyhan a Edeneyê, li ser gora xwe ya li Goristana Kuçukoba hate bîranîn.
Li gel malbata Bakir her wiha nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî yên li bajêr tevlî bîranînê bûn.
Di daxuyaniyên li bîranînê de işaret bi pêvajoya Rêber Apo hate kirin û keda şehîdan a ji bo gihîştina vê astê ya pêvajoyê hate bibîrxistin.
Bîranînê bi dua û dirûşman bi dawî bû.