Ferîdun Kurt 30 sal şûnde ji girtîgehê derket 

Ferîdun Kurt ê ku di lîsteya nexweşan a ÎHD’ê de ye, 30 sal şûnde ji Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê hate berdan. Kurt bi pirsgirêkên tenduristiyê yên ji ber êşkenceyê derketine holê re têdikoşe.

Ferîdun Kurt ê ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Bolûyê dihat girtin û di lîsteya girtiyên nexweş ên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de bû, piştî 30 salan hate berdan.

Kurt di sala 1995’an de li Edeneyê hate girtin. Kurt di bin çavan de rastî êşkenceyên giran hat. Kurt ji ber êşenceyê seqet ma û di girtîgehên Edeneyê, Ceyhan, Konya, Mersîn û Enqereyê de hate girtin. Nexweşiyên wekî hestiyê boçikê şaş cebiriye, fitik, îltîhaba milan, tansiyona bilind, astim û kolesterol pê re hene.

Kurt ji aliyê malbata xwe û endamên MATUHAY-DER’ê ve li ber Girtîgeha Bolûyê bi kulîlkan hat pêşwazîkirin. Kurt diyar kir ku tevî hatiye berdan jî ne kêfxweş e û got, "Em bi Rêberê xwe bawer in. Divê wekî gel em piştgiriyê bidinê. Heta ku birêz Ocalan azad nebe, ti kes azad nabe."

Piştî pêşwaziyê, Kurt û malbata wî ber bi navçeya Pirsûsê ya Rihayê ve bi rê ketin.