Li Amedê bi girseyî sedana sersaxiya du şehîdan hat kirin

Li navçeya Peyas a Amedê serdanên sersaxiyê yên ji bo gerîla Celîle Turk (Fîlîz Dersim) û gerîla Ridvan Çelenk (Têkoşer Dorşîn) ên di sala 2019’an de li Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibûn, di roja duyemîn de berdewam kir.

Bi pêşengiya MEBYA-DER’ê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl û gelek kes beşdarî merasîma sersaxiyê ya ku li Mala Şînê ya Şaklatê ya li taxa Huzurevlerî hat lidarxistin bûn.

Polîsan hewl da ku jinên dixwestin ji Parka Zarokan ber bi sersaxiyê ve bimeşin rawestînin, girseyê bi biryardarî meşa xwe domand. Di meşê de dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Ey şehîd, riya te riya me ye" hat berzkirin.

Li mala sersaxiyê ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Hevserokê MEBYA-DER’ê Ramazan Dengîz bal kişand ser têkoşîn û berxwedana gelê Kurd û diyar kir ku şehîd rêberên têkoşînê ne.

Serdanên sersaxiyê wê sibe jî berdewam bikin.