ÎHD, ÇHD û OHD’ê: Divê daxwazên girtiyên di rojiya mirinê de bê qebûlkirin

Şaxên ÎHD, ÇHD û OHD’ê yên Antalyayê, dan xuyakirin ku rewşa tenduristiyê ya Serkan Onur Yilmaz ê ku bi daxwaza girtina girtîgehên bi ewlekariya bilind ên bi tîpa S, Y, R dest bi rojiya mirinê kiriye, giran bûye.

Seroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) yê Antalyayê Irmak Yaman, li ber Edliyeya Antalyayê axivî û da zanîn ku di van girtîgehan de ji girtîgehên tîpa F şert û mercên tecrîdê dijwartir ferz dikin.

Irmak Yaman, anî ziman ku girtî tenê dikarin rojê saetek û nîv hewa bigirin û got ku pencereyên girtîgehê hemû bi têlan girtîne. Irmak Yaman got, “Ev şert û merc êşkence û muameleya xerab pêk tînin."

Irmak Yaman, destnîşan kir ku ev girtîgehên ku li dijî normên mafên mirovan ên neteweyî û navneteweyî ne, bê bingeheke hiqûqî hatine avakirin.

Irmak Yaman, diyar kir ku Yilmaz ev 323 roj in di rojiya mirinê de ye û got, "Nikare bimeşe, li ser movikên wî birîn çêbûne û di daqurtandinê de zehmetî dikişîne. Divê daxwazên wî demildest werin qebûlkirin û ev girtîgeh bên girtin."