Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî hevdîtina bi Rêber Apo re ji Girava Îmraliyê vegeriya.
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî hevdîtina bi Rêber Apo re ji Girava Îmraliyê vegeriya.
Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Wekîla Wanê Pervîn Buldan, Wekîlê Rihayê Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol, ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re çûn Girava Îmraliyê. Şande, piştî hevdîtina bi Rêber Apo re ji giravê vegeriya. Hat zanîn ku hevdîtina bi Rêber Apo re 3 saet û nîvan domiyaye. Li bendê ye ku şande têkildarî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî bide.
Şandeya Îmraliyê ku ji ewil Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldanê tê de cih digirt, cara ewil di 28’ê Kanûna 2024’an de bi Rêber Apo re hevdîtin kir. Hevdîtina duyemîn jî di 22’yê Çileyê de hate kirin. Li gel Pervîn Buldan û Onder, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari, siyasetmedar Ahmet Turk, Wekîlê DEM Partiyê Cengîz Çîçek û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol jî bi Rêber Apo re hevdîtin kirin. Di vê hevdîtinê de Rêber Apo, banga dîrokî ya Aştî û Civaka Demokratîk kiribû.
Piştî ku Sirri Sureyya Onder krîza dil derbas kirî, Pervîn Buldan û Faîk Ozgur Erol di 21’ê Nîsanê de çûn Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtin kirin. Ji endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û Faîk Ozgur Erol, piştî kongreya dîrokî ya PKK’ê ya di 5-7’ê Gulanê, di 18’ê Gulanê de çûbûn giravê û bi Rêber Apo re hevdîtineke nû kirin.
Şandeya Îmraliyê ku ji Pervîn Buldan û Faîk Ozgur Erol pêk dihat û piştre Wekîlê Rihayê Mîthat Sancar jî lê hate zêdekirin, di 6 û 25’ê Tîrmehê de jî bi Rêber Apo re hevdîtin kirin. Şande herî dawî di 28’ê Tebaxê de çû Girava Îmraliyê û hevdîtin kir.