Abdullah Yilmaz ê ku 30 sal şûnde hat berdan bi girseyî hat pêşwazîkirin
Abdullah Yilmaz ê ku 30 sal şûnde di 5’ê Cotmehê de ji Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Kiriklar a Îzmîrê hate berdan, li Êlihê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.
Abdullah Yilmaz ê ku 30 sal şûnde di 5’ê Cotmehê de ji Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Kiriklar a Îzmîrê hate berdan, li Êlihê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.
Nûnerên partiyên siyasî û saziyan, malbat, xizmên Abdullah Yilmaz û gelek kes li xaçerêya balafirgehê ya Êlihê pêşwaziya Yilmaz kirin.
Yilmaz bi konvoyê çû mala xwe ya li taxa Pazaryeriyê û li vir bi çepik, tilîlî û pankarta "Tu bi xêr hatî kevokê azadiyê" hat pêşwazîkirin.
Hunermendên xwecihî li ser dika ku li ber mala Yilmaz hatibû danîn stran gotin û beşdaran jî bi gerandina govendê azadiya Yilmaz pîroz kirin.
Abdullah Yilmaz di sala 1995'an de li navçeya Dihê ya Sêrtê hat binçavkirin û cezayê muebetê lê hatibû birîn. Yilmaz 30 salan li girtîgehên Êlih, Amed, Sêrt, Riha û herî dawî jî li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 a Kiriklar a Îzmîrê ma.