Tirkiye li ber biryara DMME'yê ya têkildarî Demîrtaş rabû

Tirkiye li ber biryara binpêkirina maf a daîreya duyemîn a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) a têkildarî Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş rabû, ku 8'ê Tîrmeha 2025'an dabû.

Li gorî agahiyan, hikumeta Tirk xwest, dosya careke din li Daîreya Mezin bê dîtin. Ji bo îtirazê roja dawî 8'ê Cotmehê bû.

DMME'yê jinûve girtina Demîrtaş di çarçoveya "Doza Kobanê" de ji aliyê hiqûqî ve bi pirsgirêk dîtibû û hikum dabû ku girtin bi delîlên kêm bi armanca siyasî hatiye kirin. Dadgehê Tirkiye bi dayina 55 hezar 745 Euro tazmînatê ji bo Demîrtaş mehkûm kiribû.