Ji DEM Partiyê li Meclîsê ji bo Demîrtaş çalakiya şermezarkirinê

Parlamenterên DEM Partiyê îtiraza Wezareta Edaletê ya li biryara DMME'yê ya têkildarî Selahattîn Demîrtaş li Civata Giştî ya Meclîsê şermezar kirin.

Parlamenterên DEM Partiyê di dema rûniştina Civata GişTî de rabûn ser piyan û bi çepikan Wezareta Edaletê şermezar kirin û nerazîbûna xwe nîşan dan.

Parlamenteran wêneyên siyasetmedarên ji Doza Kobanê girtî û Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş hildan.

Di dema çalakiyê de dirûşma "Azadî ji Demîrtaş re" û "Bila biryarên DMME'yê" bi cih bêne anîn hatin qîrîn. Demeke dirêj ji rêza koma DEM Partiyê dengê çepikan hat.