Rojnamevan Celalettîn Yalçin hate berdan
Rojnamevan Celalettîn Yalçin ku bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' 3 salan girtî hate hiştin, di rûniştina destpêkê ya doza jinûve darizandinê de hate berdan.
Rojnamevan Celalettîn Yalçin ku bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' 3 salan girtî hate hiştin, di rûniştina destpêkê ya doza jinûve darizandinê de hate berdan.
Rûniştina dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 37'emîn a Stenbolê pêk hat û Yalçin bi rêya SEGBÎS'ê beşdar bû. Parêzer û hempîşeyên wî jî li salonê amade bûn.
Yalçin parastina xwe bi Kurdî kir û daxwaza berdanê kir. Parêzer Serhat Çakmak jî anî ziman ku di dosyayê de delîleke şênber nîne û ji ber vê yekê Dadgeha Bilind biryara xerakirina dozê wergirtiye.
Dadgehê li gel daxwaza dozger a ji bo dewamkirina ragirtinê dema ragirtina Yalçin li ber çavan girt û biryara berdana bi şertê kontrola edlî da.