Xizmên Windayan daxwaza edaletê kirin
ÎHD û xizmên windayan di çalakiyên xwe yên li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê de ji bo Zozan û Orhan Eren ên hevjînên hev û Mecît Baskin, Şêxmus Însel û Şêxmus Eroglu daxwaza edaletê kirin.
ÎHD û xizmên windayan di çalakiyên xwe yên li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê de ji bo Zozan û Orhan Eren ên hevjînên hev û Mecît Baskin, Şêxmus Însel û Şêxmus Eroglu daxwaza edaletê kirin.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan ji bo hefteya 868'emîn a çalakiya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" careke din li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezan a Amedê kom bûn. Di çalakiyê de ku wêneyên windayan hatin hilgirtin, li aqûbeta hevjînên hev Zozan û Orhan Eren hat pirsîn.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
ÊLIH
Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û malbatên windayan di hefteya 704'an a çalakiya xwe de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê kom bûn. Parêzvanên mafên mirovan, ligel nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî çalakiyê bûn û pankarta bi nivîsa "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" hat vekirin.
Di çalakiya vê hefteyê de, li aqûbeta Şêxmus Însel ku li navçeya Misircê ya Sêrtê di 25'ê Îlona 1999'an de hat revandin û careke din agahî jê nehat girtin hat pirsîn.
Çîroka Şêxmus Însel, bi vegotina birayê wî ji aliyê Rêveber Şaxa ÎHD a Êlihê Zana Yucel Bozkurt ve hat xwendin.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
COLEMÊRG
Li Colemêrgê, xizmên windayan li Kolana Sanat a navçeya Geverê ji bo hefteya 194'emîn a çalakiya xwe kom bûn. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn û pankartên bi nivîsên "Kujer diyar in, winda li ku ne?" û "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" û wêneyên windayan hatin hilgirtin.
Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Mecît Baskin ê ku di 30'yê Îlona 1993'yan de li Altindaga Enqereyê hat binçavkirin û piştî du rojan cenazeyê wî bi awayekî êşkencekirî hat dîtin, hat pirsin.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
ÎZMÎR
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê li ber Sumerbanka Kevin a li Konakê çalakiya xwe li dar xistin. Di daxuyaniyê de pankartên bi nivîsên "Winda diyar in, kiryar li ku ne?" û "Winda wijdan in, xwedî li wan derkevin" hatin vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Şêxmus Eroglû yê di 21'ê Îlona 1995'an de li Êlihê di serdegirtina malê de hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin hat pirsin.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.