Gursel Tekîn wekî qeyûm wê erkê xwe bidomîne
Ji bo Serokê CHP’ê yê Stenbolê Ozgür Çelik ku bi biryara dadgehê qeyûm li şûna wî hatibû tayînkirin, îtîraza li dijî biryara "tedbîra demkî" hat redkirin.
Ji bo Serokê CHP’ê yê Stenbolê Ozgür Çelik ku bi biryara dadgehê qeyûm li şûna wî hatibû tayînkirin, îtîraza li dijî biryara "tedbîra demkî" hat redkirin.
Ji bo Serokê CHP’ê yê Stenbolê Ozgür Çelîk ku ji kar hatibû dûrxistin û li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin, parêzerên CHP’ê li dijî biryara "tedbîra demkî" îtîraz kiribûn, lê rûniştina îtîrazê li Dadgeha Hiqûqê ya 45’emîn a Stenbolê hat dîtin.
Dadgehê îtîraza li dijî biryara dûrxistina bi tedbîr a Ozgür Çelîk, ku di kongreya bajêr de bi erêkirina Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) dîsa wekî Serokê CHP’ê yê Stenbolê hatibû hilbijartin, red kir.
Piştî biryara dadgehê, hat diyarkirin ku Gursel Tekîn wê wekî qeyûm erkê xwe bidomîne.